
This text was published earlier in Finnish and Spanish to remember Jyri and Bety who were killed 10 years ago. It is now translated to kurmanji to highlight the importance of international solidarity between the many struggles in our world.
Di salvegera dehemîn a kuştina Jyri Jaakkola û Beatriz “Bety” Alberta Cariño Trujillo de bi nivîsek kurt em rêz li bîranînên wan digrin.
Têkoşîna şoreşger û azadîxwaz nehatiye rawestandin, her çend ew êdî di nav me de ne bin jî berovajî wê her sal bi xortir bidome.
Dibe ku di van salên dawî de li cîhanê yek ji mînakên herî bihêz ya têkoşîna dijî-kolonyal tevgera Zapatistan (Artêşa Rizgariya Netewî, EZLN) li Meksîka û konfederalîzma demokratîk ku ji hêla tevgera azadiya Kurd li Rojava û li deverên din ên Kurdistanê hatiye destpêkirin didome. Dema ku em bi hev re ji bo nirxên dadperwerî şer dikin em dizanin ku riya ku me hilbijartiye zehmet e, lê di heman demê de em dizanin ku ew ya raste jî. Divê wateya jiyanê xwedî li nirxan derketin be û em ji ve hêza xwe bigirin.
Pîştevanî û hevkariya di navbera rêxistinên ku Jyri û Bety tê de bûn ji bo me hemûyan mînakek baş e. Ji bîrnekirina ew nirxên ku Bety û Jyri ji bo wan têkoşîne û di heman demê de jî canê xwe dane, em hêzê jê digirin da ku tekoşîna dij-faşîst, femînîst û ekolojîk bidomînin. Bi bîranînên, tekoşîna wan dikarê bibê mînakek ji bo me ku çawa tekoşîna me bibê navneteweyî li dijî kapîtalîzma navneteweyî û faşîzmê. Ew pîştevanî çeka me ye.

Jyri, di dema xwe da, di bazirganiya cîhanî ya bi navê Aamutähti li bajarê Turkuyê de, Komeleya Bazirganiyên Cîhanî û Komeleya Uusi Tuuli ku bazirganiya adîl pêşve dibir, çalak bû.
Wî têkoşîna avhewayê de bi çalak beşdar dibû. Aramiya wî û di heman demê de ruhê wî serhildêr bala mirovan dikişand. Di salên xwe yên dawî de, wî bi rêxistinên Meksîkî re gelek hevkarî kir û bala wî têkoşîna parêzgeha ya Oaxaca dikişand. Mînak wî ji bo saziya Meksîkî li Fînlandayê rêze komnîqaşa saz dikir, û armanca wî ew bû ku keştiya ya bi navgîniya Turku SV “Estelle” bikaribe biçe Meksîko da ku qehweya ku ji hêla Zapatistan ve hatiye çandin werînê.
Zapatîstas niştecî yên Meksîkayêne û xwe bi rêxistinkirîne. Wan di sala 1994 de li dijî dewleta Meksîkî dest bi têkoşîna çekdarî kirin. Bin rêvebirya wan de hîn jî herêmên xweser hene. Mirovên li wan herêman de ser esasê jiyanek wekhevî û bi rumet xwe birêxistin kirine.
Bety Cariño yek ji rêvebirya rêxistina Centro de Apoyo Comunitario Trabajando Unidos (CACTUS) bû. CACTUS rêxistinek cotkaran-xwemalî ye ku beşek ji MAIZ (Tevgera cotkarî ya Zapatista) û her wuha koalîsyona berfireh Na garis, Na zevî e.
Bety bi xwe ji qewmê Mixtecan bû û di rola xwe ya serokê CACTUS, wî ji bo xwarin, heqê bikaranina avê, û hem jî erd û mafên xwecî yên li Meksîkayê têdikoşiya. CACTUS dibistanek bi navê anarkîstê Meksîkî Ricardo Flores Magón dimeşîne bi mebesta ku vejîna bi awayên kevneşop û xweser ên bikaranîn û amadekirina xwarinê ye. Belgefîlmek kurt û xweş a derbarê Betty dikarin li Youtube were temaşe bikin.
Jyri û Bety di 27ê Avrêl, sala 2010 de hatin kuştin, dema ku beşdarî karwanek mirovahî bûn û hewl dan ku xwarin û pêdiviyên din bixwe re bînin gundê xweser a San Juan Copala. Dema ku karwanê mirovahî nêzîkî gund bû, wan bi çekdarî êrîşî karwanê mirovahî kirin. Di êrîşê de Jyri û Bety hatin kuştin, û bi dehan kes birîndar bûn. Di pergala geldenî ya Meksîkayê de heta roja me îro jî kujer nehatine darizandin.
Karê girîng yê Jyri û Bety her berdewam dike. Jyri gelek dinivîsand, û nivîsên wî jî dikarin di pirtûka bi navê şoreşên Piçûk de bixwînin, dikarin ji pirtûkxaneyan deyn bikin herwiha ji pirtûkfiroşan, an ji bloga wî de bikirin. Kanala televizyonê ya Fînlanda Yle belgefîlmek bi navê qetilkirin di Meksîka de çêkiriye. Di nava tevger û ramanên şoreşgerî de, komunalîzm ango rêbaza xwe birêvebir û anarşîzm bala jyri dikişand û pêra eleqedar dibû.
Em silavên germ ji malbat û hevalên Jyri û Bety re dişînin. Her wiha em silav û rêzên şoreşgerî ji Uusi Tuuli, ekîba berê ya Estelle, CACTUS, û hemî rêhevalên Jyri û Bety re dişînin. Rêhevalên hêja her çiqasî em carnan ji aliyê fîzîkî ji hev dûr bin, lê hûn di dil û ramanên me de ne. Têkoşîna li dijî faşîzm û kapîtalîzmê û ji bo azadî û jiyanek xweş û bi rûmet, berdewam dike. Em bi hev re wê bidomînin.
Li vê linkê de dikarî zanyarên zêdetir bigri li ser kampanya parastina daristanan ya ku ji bo bîranîna Jyri Jaakkola hate darxistin.
“Xûşk û birano, bila em dilê xwe vekin mîna kulîlkek ku di sibehê de benda tîrêja tavê ya rojê ye, xewnan diçîne û hêviya komdikê, li ser esasê ku bîra weda ye vê avahiyê li jêrve kêleka çepê û tenişta dilde dikare damezrîne ”
– Bety Carino Trujillo
EDIT 21.5 2020: the text about San Juan Copala edited.